Îranê cezayên darvekirinê yê li ser 12 xwepêşanderan erê kir
Îranê cezayê bidarvekirinê yê li ser 12 xwepêşanderan erê kir. Rêxistina Efûya Navneteweyî jî têkildarî darveirin û zextan hişyarî da.
Îranê cezayê bidarvekirinê yê li ser 12 xwepêşanderan erê kir. Rêxistina Efûya Navneteweyî jî têkildarî darveirin û zextan hişyarî da.
Dengê Binçavkiriyan a Îranê têkildarî erêkirina cezayê darvekirina li xwepêşanderan agahî parve kir.
Hate ragihandin ku Dadgeha Bilind a Îranê biryara darvekirina 12 xwepêşanderên dema dawî ya gelê Îranê erê kir. Hate zanîn ku dosyaya girtiyan veguhestine Dadgeha Şoreşê ya Esfehanê ya ji bo bicihanîna darvekirinê.
Hate ragihandin ku rê nayê dayîn bi parêzerên serbixwe re bicivin, rênayê dayîn ku parêzer li dosyayê binêrin.
Li aliyê din Rêxistina Efûya Navneteweyî têkildarî zext û êrişên rejîma Îranê ya li ser xwepêşanderên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên ewlekariyê di xwepêşandanên dawî de dest bi qetilkirina xwepêşanderan kiriye û derbarê wan ti lêpirsîn nehatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hewldanên siyasî û dîplomasî ya di navbera hikûmetan nabe rêgirî li binpêkirina mafan û piştguhkirinê. Nebûna mekanîzmayên yasayî hêzê dide kujeran û rayedarên Îranê ji vê yekê cesaretê digirin û kiriyarên xwe dubare dikin.
Hate destnîşankirin ku desthilata Îranê li gel binçavkirinên bikomî, têkiliyên peywendiyê qut dike, zextê li malbatên qurbaniyan dike û dest bi dadgehkirina azadîxwazan kiriye.
Herî dawiyê rêxistinê anî ziman ku di vê mekanîzmeyeke serbixwe ya navneteweyî ji bo lêkolînkirina van dosyayan bê avakirin.